Li Bêrecûk ya Rihayê li dijî DEM Partiyê êrişa çekdarî hat kirin

Doh di saetên şevê de bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê hate kirin.
Di çarçoeveyê lêpirsînê de birayê Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kiribû, Halîl Begît, hate binçavkirin.
Hat zanîn ku Halîl Begît doh gef li Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê xwariye.
Xelkê navçeyê êriş bi tundî şermezar kir û got,Namerd bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin.
Em rê nadin namerdan.

Duh bi şev li dijî avahiyê navçeya Bêrecûkê ya Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşekî çekdarî hate kirin.

Het eşkerekirin ku di êrişa çekdarî de 14 gule li avahiyê hatiye barandin.

Piştî êrişê Birayê Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kiribû, Halîl Begît, di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin.

Hat zanîn ku du bi şev birayê Begît, Halîl Begît bi riya WhatssApê gef li Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê xwariye.

Li ser vê yekê Rêveberên DEM Partiyê Halîl Begît gilî kirin.

Xelkê Navçeyê êrişa li ser DEM Partiyê şermezar kir

Êrişa li dijî DEM Partî bi xwepêşandaneke girseyî ji aliyê xelkê navçeyê ve hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hasan Yildiz daxuyanî da û ev tişt anî ziman:

“Kekê Mehmet Begît ê talanker ê xwedî mejiyê çetetiyê Halîl Begît êriş bir ser avahiya me ya partiyê ya navçeyê.

Namerdên ku vê yekê dikin bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin.

Kevneşopiya me ya têkoşînê ya siyaseta demokratîk ti carî rê nade çeteyan, wê ji niha û pê ve jî rê nede.”

“Me gelek ên mîna we avêt ser sergoyê Dîrokê”

Yildiz her wiha êrişên beriya niha yê li ser partiya wan bi bîr xist û got,

“Li dîroka vê partiyê binerin, hûn ê bibînin ku vî gelî gelek mîna we avêt ser sergoyê dîrokê.

Em li vir in, gel li vir e, em ji we natirsin.”

“Armanca êrişê provakasyona û divê gel baldar be”

Li wir Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Bekîr Karakeçîlî jî destnîşan kir ku armanca êrişê provakasyone û ji xelkê navçeyê xwest baldar be

Bekîr Karakeçîlî anî ziman eger Mehmet Begît û malbata wî careke din van provokasyonan dewam bike, wê gel cezayê pêwîst bide wan û got;

Mafê kesî nîne ku aramiya gel têk bibe.

Divê tavilê îstifa bike.”

Back to top button