Denîz Derya: Di kongreya KJAR’ê de biryarên girîng hatin girtin

Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya banga têkoşîn li jin û tevahî gelê azadîxwaz kir ku li dijî pergala êşkencê ya li Îmraliyê û li dijî pergala darvekirin û êşkenceyê ya Îranê, di serî de jin her kes erk û berpirsariya xwe bicih bîne.

Endama Koordînasyona Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya, li ser pêkhatina kongreya 4’mîn a KJAR’ê, giringiya têkoşîna li dijî tecrîdê û kiryarên dewleta Îranê nirxandin kir.

Denîz Derya, destpêka nirxandinên xwe pêkhatina Kongreya 4’emîn a KJAR’ê li rêber Apo, şehîd û gelê azadîxwaz pîroz kir.

Denîz Derya diyar kir ku kongreya wan di nava şert û mercên dijwar de pêk hatiye û got,

Me di kongreya xwe de biryarên pir girîng girtine.

Yek ji van biryaran jî pêngava ‘Na ji bo darvekirinê, belê ji bo jiyana azad’ bû.

Ji ber ku dagirkeriya Îranê erîşên pir dijwar di şexsê jin de li ser hebûna mirovahiye pêk tine û dixwaze tune bike.

Ev pêngav ji bo kesên ku qêrîna azadî û demokrasiyê di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadi’ li dijî dagirkeriyê bilind kirine hate diyarkirin.

Denîz Derya: Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye

Denîz Derya destnîşan kir ku hebûn û tunebuna wan bi Rêber Apo ve giredayî ye û wiha pêde çû:

Pergala rêber Apo li hemberî pergala mezaxtinê, bû alternatîf.

Ramanên Rêbêr Apo, dikarin pêşî li darvekirin, kuştin, êşkence, talan û xaspan bigre.

Rêberê me hêviya jiyana azad ava kir.

Ji ber vê yekê jî azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Denîz têkildarî giringiya bilindkirina têkoşîna li hember tecrîdê jî wiha anî ziman:

Weke KJAR’ê, armanca têkoşîna me bi awayekî fîzîkî azadkirina Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk e.

Em ê têkoşîn û rêxistinbûna xwe di asta herî jor de bi hêztir bikin.

Di serî de jin divê tevahî civak li hember rêber Apo erka xwe pêk bînin.

Denîz Derya, di dawiya de şehîdên meha Gulanê û bi taybetî têkoşer Şîrîn Elemhûlî bîr anî û banga beşdarbûna
pêngava ‘Na ji bo darvekirinê, belê ji bo jiyana azad’ kir.

Back to top button