YPG: LI EFRÎNÊ 3 LEŞKR Û 2 ÇETEYÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê de şervanên YPG’ê çalakiyên xwe yên li Efrînê zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku şervanên wan li herêma di navbera Şera û Şêrawa de çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê di encama van çalakiyan de 3 leşkerên artêşa tirk û 2 çeteyên wê hatine kuştin.

Çalakiyên şervanên YPG’ê yên di çarçoveya Qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê ya li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî çalakiya şervanên wan yên 5 û 6’ê Kanûnê ku li herêma di navbera Şera û Şêrawa de li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

5’ê Kanûnê, şervanan di navbera navçeyên Şera û Şêrawa de li dijî baregeheke leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî.

Di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

6’ê Kanûnê jî şervanan li navçeya Racoyê li dijî koma çeteyên Sultan Mûrad çalakiyek li dar xist.

Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

YPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de şervanekî wan piştî berxwedanek bêhempa li dijî leşkerên Tirk ên dagirker şehîd bû.

Navenda ragihandina YPG’ê çalakiya 2’ê Kanûnê ya li navenda navçeya Cindirêsê li dijî baregeheke koma çeteyên Ehrar Şam çalakiyeke sabotajê li dar xistibû bibîr xist û got;

Di encama çalakiyê de 6 çete hatibûn kuştin, 8 çete jî bi giranî birîndar bûbûn.

YPG’ê da zanîn ku çeteyeke din jî yê birîndar miriye.

Leave a Reply

Back to top button