LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ JÎ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê jî hat destpêkirin.

Îro komek çalakvan bi slogana “Azadî ji bo Rêber Apo, mirin ji bo xwînmij, mirovkuj û dijminên mirovatî û jiyana azad re” bi daxuyaniyek ragihandin ku ew dest bi greva birçîbûnê dikin.

Di daxuyaniya çalageran de hat diyarkirin ku greva wan a birîçîbûnê wê du rojan bidome û wiha hat gotin:

“Em jî weke hevalên xwe yên li seranserî Kurdistan û cîhanê vê çalakiyê bi rê ve bibin.”

Çalakgeran bang li tevayî azadîxwazan, bi taybetî li azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku di vê dema hesas de erka xwe yê şoreşgerî bicih bînin.

Leave a Reply

Back to top button