Wezîrê Karên Derve yê Brîtaniyayê Jeremy Hunt têkildarî rewşa dawî ya Sûriyê axivî.
Jeremy Hunt diyar ku serokê rejîma Sûrî Beşar Esad sûdê ji piştgiriya Rûsyayê werdigire û wiha got:
Mixabin Esad wê heta demekê bimîne.
Wezîrê Brîtanî ji televîzyona Sky News re axivî û helwesta Brîtaniyayê wiha anî ziman:
“Helwesta Brîtaniyayê ya demdirêj ew e ku nikarîbû bi rejîma ku Esad rêve dibe, aştiyeke mayînde pêk bîne..
Lê mixabin, em bawer in Esad wê heta demekê bimîne.”
Rejîma Sûrî karîbû bi piştgiriya Rûsya û Îranê qismeke mezin ji cografiya Sûriyê bidest bixista.