LI PARLAMENTOYA EWROPAYÊ BANGA BIDAWÎKIRINA TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN HAT KIRIN

Li Parlamentoya Ewropayê bi beşdarbûna gelek endamên koman konferansa çapemeniyê hate dayîn û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û demildest hêvdîtina bi Ocalan re hate kirin.

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan li parlamentoya Ewropayê konferansek çapemeniyê bi amadebûne gelek aliyan pêk hat.

Parlamentera Îngîlîz Jûlîe Ward di konferansa çapemeniyê de axivî û wiha got:

tecrîda li ser Rêber Ocalan bi vekirî binpêkirina mafên mirovan e.

Divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) demildest bikeve nava tevgerê, şandeyekê bişîne Girava Îmralî û rewşa Ocalan di cih de lêkolîn bike.

Ji partiya çep a Îspanyayê Podemosê jî Mîgûel Ûrban Crespo jî axivî û nerazîbûnek tûnd nîşanî tecrîdê da û daxwaz kir ku CPT û welatên Ewropa helwestekî diyar raberî Tirkiyeyê bikin.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî axivî bang li Parlamentoya Ewropa, dewlet û saziyên Ewropa kirin ku xwedî li nirx û hiqûqa xwe derbikevin.

Meral Daniş Beştaş got, rewşa Leyal Guven a ku ev 69 roj e di greva birçîbûnê de ye metirsîdare û daxwaza demildest rakirina tecrîdê kir.

Her wiha daxuyaniya çalakgerên greva birçîbûnê ji aliyê Dîlek Ocalan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser hevdîtina Rêber Ocalan bi birayê xwe re û hat ragihandin ku piştî hevdîtinê jî ti guhertinek di polîtîkaya tecrîdê ya rejîma Tirk de nehate guhertin.

Piştî daxuayniyê Parlamentera Parlementoya Ewropa Ana Mîranda Paz piştevaniya xwe bi Leyla Guven re nîşan da.

Leave a Reply

Back to top button