Rejîma Sûrî jî li dijî herêma bi ewle a ku xaka Sûrî parçe dike nerazîbûnên xwe nîşan dide.
Çavkaniyeke berpirsyar ji Wezareta Karê Derve ya Sûriyê got daxuyaniyên Erdogan teqez dike ku Tirkiye bi zimanê dagirker, dijminahî û ne li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî nêz dibe.
Berpirsek jî Wezareta Karê Derve yê rejîma Sûrî li gel ajansa SANA ya rejîma Sûrî axivî û got;
“Daxuyaniyên Serokê rêjîma Tirkiyê careke din teqez dike ku ev rêjîm di danûstandinên Astanayê de alîkarê terorê ye, bi zimanê dagirkirî û dijminahî nêz dibe.”
Li gorî çavkaniya ji ajansê re axivî, nêzîkatiya rêjîma Tirk a dagirker ne li gorî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî ye û yekîtiya xaka Sûriyê bin pê dike.
Heman berpirs teqez kir ku hewldanên destdirêjiyê yên rêjîma AKP li dijî Sûriyê, diyarkirina dagirkirina xaka Sûriyê û belavkirina terorê ye.