HPG: 5 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê careke din li herêma Zapê li dagirkekan dan.
HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li Zapê bi ser kozîk û çeperênleşkerên Tirk ên dagirker de girtin.
HPG’ê da zanîn leşkerên ku ji tirsa reviyan bûne hedefa gerîla û di çalakiyê de 5 dagirker, hatin cezakirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê careke din li herêma Zapê a başûrê Kurdistanê bi ser kozîk û çeperên leşkerên Tirk ên dagirker de girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de hate kirin, daxuyanî da û ev agahî parve kir;

”9’ê Kanûnê 2 kozikên dagirkeran ên li rêzeçiyayên Cîloya Biçûk bûne hedefa tîmên me yên gerîla. Hêzên me bi taktîka serdegirtinê bi ser kozîkan de girtin.

Hêzên me dema ku ketin nav kozikên dijmin, leşkerên Tirk ên dagirker ku bi çalakiyên bi bandor ên gerîla ên li ser herêma Zapê derbên giran xwarin, kozikên xwe berdan û ji tirsa li eraziyê belav bûn.

Hêzên me nehiştin ku dagirker nefesê bistînin, cihê komeke hêzên dagirker a li eraziyê tespîtkirin û ji du baskan ve dagriker bûne hedef û gerîlayan bi ser wan de girtin.

Baskê pêşî bi çekên şexsî ji nêzîk ve li kon dan ku dagirker tê de bûn. Li vir bi kêmanî 3 dagirker hatin cezakirin.

Baskê duyem jî bi taktîka suîqastê li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

Dagirkerên din jî di nava tirs û panîkê de berbelav bûn. Tîmên me yên gerîla ên profesyonel bê ziyan ev çalakî pêk anîn.

Nûçeyên medyaya şerê taybet a Tirk ku dibeje li Zapê windahiyên gerîla hene bêbingeh û derew in.”

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 9 û 10’ê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Girê yê bi ser Garê û qadên Çemço û Sîda yên bi ser herêma Zapê bombebarankirin.

Back to top button