Dewleta Tirk a qirker îro careke din êrişî herêmê kir û vê carê Til Rifet û gundên Şerayê bûn hedef.
Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê topbaran kirin.
Artêşê 4 guleyên obusan avêtin navçeyê.
Gundên Şerayê hatin topbarankirin
Heman artêşê gundên Meranaz, Malikiyê, Siwarxa, Kela Siwarxa, Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şera jî dan ber topban
Çeteyan bendeke kontrolê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir hedef
Di vê navberê de çeteyên dewleta Tirk li gundê Ereb Hesen ê Minbicê bendeke kontrolê ya Meclisa Leşkerî kir hedef.
Derbarê êrişê de Meclisê ti agahî parve nekir.