Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bîranîna şehîd Hakî Karer, rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê meşek dar xist.
Meş ji ketina gundê Til Qerah ê Şehbayê dest pê kir û li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya.
Li wir endama Kongra Star a Efrînê Hêvî Silêman axivî û diyar kir ku armanca tecrîdê têkiliyên di navbera rêber APO û gel de were qut bikin.
Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jina Azad a Herêma Şehbayê Fatima Cemo jî got: “Dewleta Tirk a dagirke planên xwe yên dijminane û projeyên xwe yên mêtîngeriyê didomîne.
Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina rêber Ocalan û banag azadiya wî bi dawî bû