Bi peyameke pîrozbahiyê Koordînasyona PAJK’ê gerîlayên YJA Starê û berxwedana wan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê silav kir.
PAJK’ê dibêje:”Her gerîlayeke YJA Starê dibe hêzeke wekî birûskê li dijmin dikeve û tune dike.
Tirsa ku ji aliyê wan ve hatiye afirandin, dijmin têk biriye û hê jî dibe.”
Di berxwedana gerîlayên azadiyê ya bi mehan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, gerîlayên YJA- Starê bi roleke diyarker radibin.
Ji bo vê berxwdana wan, Koordînasyona PAJK’ê peyameke pîrozbahiyê da û ew bi germî silav kirin.
PAJK’ê anî ziman çalakiyên hêzên HPG û YJA Starê her rojê dikin mîladek û ev got:
Ji 17’ê Nîsana 2022’an û vir ve êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinên yên Medyayê didomin.
Têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo him geş û kûr dibe, hem jî sosyalîstên demokrat û şoreşgerên hemû dinyayê tevlî şerê xwe dike û didome.
Bêguman em ji nav şerekî berfireh derbas dibin û dibin şahidên qehremaniyên mezin.
PAJK’ê: Gerîlayên YJA-Starê roj bi roj di aliyê teknîka leşkerî de xwe nû dikin
PAJK’ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand li ser rol û berxwedana gerîlayên YJA-Starê ya di vê berxwedanê de û ev got:
Îro hêzên YJA Starê ku neviyên Îştar û peyrewên Rêber Apo ne, roj bi roj xwe di wateya taktîk û teknîka leşkerî de nû dikin, îradeyeke çalakiyê bi dest dixin û wekî birûskê li dijmin dixin.
Her gerîlayeke YJA Starê dibe hêzeke ku wekî birûskê li dijmin dikeve û dijmin tune dike.
PAJK’ê: Tirsa ji aliyê YJA-Starê ve hatiye afrandin, dijmin têk biriye
PAJK’ê di peyama xwe de pêşengitî û çalakiya rêheval Şaristan Farqîn bi bîr xist û ev got:
Şêweyê çalakiya heval Nalîn Firat ku di mejiyê dijmin de bi awayekî fedaî xwe teqand, derbeke mezin li dijmin xist û ji hemû hêzên me re bû mînak.
Tirsa ku ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatiye afirandin, dijmin têk biriye û hê jî dibe. ”
Dawiya peyama xwe Koordînasyona PAJK’ê ev anî ziman:
Heta ku Rêbertî azad nebe, serketinên ku hatine bidestxistin ranawestin.
Bi vê hişmendiyê em di wê baweriyê de ne ku hemû gelê me wê layiqî van jinên leheng û pêşengiya YJA Starê bibe û xwedî helwesteke gelê şoreşger be.