Di navbeta hikûmeta Yemen û komên Hûsiyan de pêvajoya guherina girtiyna dest pê kir. Herdû aliyan li ser berdana 887 girtiyan li hev kirin. Di roja yekem a pêvajoyê de jî zêdetirî 320 girtî hatin berdan.
Di dema pevguhertina despêkê de Xaça Sor a navnetewî amade bû.
Ji bo girtiyan, balafirên Erebîstana Siûdî û Yemenê hatin karanîn.
Di pêvajoya despêkê de aliyan li ser pevguhertina 320 giritya li hev kirin.
Di nava kesên werin berdana de rojnamevan, siyasetmedar û leşker jî hene.
Erebistana Siûdî û Uman jî hewil didin ku li ser nexşeya aşitiyê û dirêjkirina agirbestê, Hûsiyan razî bikin.
Yemen û Hûsiyan li ser berdana 887 girtiyan li hev kirin
Her wiha pêvajoya guhertina girtiyan ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de di navbera hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de hatibû li darxistin, dest pê kir.
Aliyan li ser berdana 887 kesan li hev kirin.