Li dijî gef û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, welatiyên Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê li gundê Endzê meşek li dar xistin.
Di meşê de li ser navê welatiyên Binarê Qendîlê daxuyaniyek ji aliyê Sarya Çiya ve hat xwendin û hate gotin:
“Tevî evqas zext û êşkenceyan Rêber Apo ti daxwazek dijmin qebûl nekiriye.
Gelek caran bi behaneyên bê bingeh cezayan li Rêber Abdullah Ocalan dibirin.
Lê bila dijmin bizanibe ku ew ê ne bi ceza ne jî bi tecrîdê bi sernekevin.”
Xelkê bînarê Qendîlê bang kirin ku, divê her kes li dijî gef û tecrîda li ser Rêber Apo xwedî helwest be û di nava çalakiyan de bin.
Li Ewropa û Rojhilatê Kurdistanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin