Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD îro foruma Sûrî ya Duyem Stratejiya Dîrokî ya Têkiliyên Kurd û Ereb di çarçoveya nêrîna Rêber APO de li Reqa yê li dar dixe.
Bi şoreşa rojava re têkiliya dîrokî ya kurd û ereban hîn xurtir bû.
Gelê kurd û ereb li dijî hemû hewildanên tevliheviyê îro jiyaneke nû ya hevbeş ava dikin.
Di vê çarçoveyê de îro li reqayê di pêşengtiya PYD’ê de foruma duyemîn a Sûrî li dardikeve.
Tifaqa Kurd û Ereb ya stratejîk
Forûm wê bi du riniştina pêk bê.
Li gor komîteya amadekar a forûmê plansaziya forûmê bi vî rengî ye.
“Di rûniştina yekem de wê li ser mijarên weke;
Dîroka têkîliyên Kurd û Ereban li Suriyê wê ji aliyê Hevserokê Partiya Sûriya Pêşeroj şaxê Dêrazorê Samir El Elî ve bê dayîn
Dîroka têkîliyên Kurd û Ereban li Rojhilata Navîn wê ji aliyê Lîkolîner û Akadîmisyen
Ibrahîm El Qeftan ve bê dayîn.
Rûniştina Dûyem de jî wê li ser mijara Rola stratejîk a peywendiyên Ereb û Kurd di çareserkirina krîza Sûriyê de wê ji aliyê Seroka Desteya Rêveber A MSD ê tê birêvebirin
Her wiha mijara Giringiya tîfaqa Kurd û Ereba di çareserkirina kirîzên heyî di Rojhilata Navîn de wê ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve were dayîn
Forum wê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe