Xelkê Hesekê şervanê QSD’ê Serhed Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar sipartin axê û peyama şopandina riya şehîdan da.
Şervanê QSD’ê Serhed Hesekê 16′ Çileya 2024’an dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.
Xelkê bajarê Hesekê û gûndên deredorê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Serhed li goristana Şehîdan kom bûn.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman axivî û got:
“Şehîd, pêşengên me yên rastîn in, wan bi ruhê xwe mezintirîn destanên lehengiyê nivîsandin û planên timakeran ên ji bo dagirkirina herêmên me, têk birin.
Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Şoreş Hesekê jî sersaxî ji malbata şehîd ri xwest û soza şopandina rêya şehîda da.
Dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.