Komeleya Jinên Şoreşger a Efxanistanê-RAWA êrişên tirkiyê û rejîma Îranê yên li dijî gelê Kurd şermezar kir û diyar kir ku şoreşa jinên Kurd ji bo hemû jinan bûye çavkaniya hêviyê.
RAWA’yê di peyama xwe ya ji bo Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê-KJAR şandiye de, êrîşên rejîma Îran û Tirkiyê yên li dijî Gelê Kurd şermezar kir.
RAWA’yê ragihand ku têkoşîn û şoreşa jinên Kurd ji bo hemû jinan bûye çavkaniya hêviyê û got:
“Ev ne cara yekem e ku dewleta faşîst ya Tirkiyê êrişî gelê Kurd dike.
Tirkiyê jinên Kurd ên şoreşger û pêşeng dike armanc.
Lê welatên cîhanê ti helwestek nîşan nadin û beramberî vî sucî bêdengî hilbijartine.
Em ê weke jinên Efxan û Kurdistanê li dijî êrişan xebata hevbeş ava bikin. ”
RAWA’yê di dawiya peyama xwe de diyar kir ku jinên Efxan bi jinên Kurd re xwedî yek dozin û wiha pê de çû:
“Ji bo vê em piştgiriyê didin têkoşîna jinên Kurd ya dijî zilm û dagirkeriyê.”