Bi gurbûna şerê li Idlib û bejahiya Helebê re, trafîka dîplomasiyê li bakur û rojhilatê sûriyê jî geş bû. Nûnerê taybet yê dewletên yekbûyî yê Amerîka ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê James Jeffrey serdana rojava kir û bi aliyên siyasî û leşkerî yên herêma rêveberiya xweser re hevdîtin kir. Hat gotin, civîn bi erênî derbas bûye.
Bi gurbûna şerê li Idlib û bejahiya Helebê re, trafîka dîplomasiyê li bakur û rojhilatê sûriyê jî geş bû.
Li gor agahiyan, Nûnerê taybet yê dewletên yekbûyî yê Amerîka ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê James Jeffrey, piştî serdana li Hewlêrê, derbasî bakur û rojhilatê Sûriyê bû.
Jeffrey bi fermandarên QSD’ê, û nûnerên rêveberiya xweser re hevdîtîn kir.
Di derbarê serdana Jeffrey û hevdîtinan de ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn.
Hat hinbûn ku di hevdîtinan de rewşa dawî li herêmê û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatiye niqaşkirin.
Nûnerê taybet yê Amerîkî Jeffrey, bi şandeya pê re, duh serdana başûrê Kurdistanê kiribû û li hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîbû.
Jeffrey di 12’ê Sibatê de jî serdana Enqerê kiribû û derbarê şerê li Idlibê de piştgiriya Amerîka ji bo dewleta Tirk a dagirker ragihandibû.