Rêveberiya Xweser: Bêdengiya Navneteweyî destekê dide dewleta Tirk

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Êliya komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî şêniyên gundê Aqîbê şermezar kir.

Ebîr Êliya anî ziman ku dewleta Tirk kuştina sivîlan bê navber û bi şêwazên hovane, didomînin.

Armanca wan ji vê yekê ew e ku dagirkeriya xwe berfireh bikin da ku Împaratoriya Osmanî ji nû ve ava bikin.

Ev yek di komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kantona Efrînê de pêk tîne, diyar dibe.

Ebîr diyar kir ku bêdengiya navneteweyî destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Êliya bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo sekinandina komkujiyan bikeve tevgerê û nehêle dewleta Tirk komkujiyên din pêk bîne.

Back to top button