Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Şêxê Hamid Ferec tekez kir ku serçeteyê berpirsê teqemeniyan di nava çeteyên DAIŞ`ê de Tamê El-Şêxawî niha li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê dimîne.
Endamê Kongra Amerîkayê Thomas Alexander Garrett berî çend rojan serdana bakur û rojhilatê sûrî kir.
Thomas îro bi Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Tebqayê re civînek pêk anî.
Di civînê de Garrett xwest agahiyan bêhtir li ser hevkariya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ`ê re bigire.
Hevserokê Meclisa Zagnosaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Şêx Hamid Ferec axivî û got:
Çavkaniyên pêbawer ji wan re teqez kirin ku serçeteyê berpirsyarê teqemeniyan ê çeteyên DAIŞ`ê Tamê El-Şêxawî, niha li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê ye.
Ew çete jî ji şêniyên bajarokê Mensûra yê Reqayê ye.