Israîlê ragihand ku ew ê tunelên ku Hizbullaha Lubnanî heta xaka Israîlê ava kirine, hilweşînin.
Artêşa Israîlê ragihand ku wan hin tunelên ku Hizbullaha Lubnanî ava kirine, vedîtine û dest bi hilweşandina wê dikin.
Berdevkê hêzên Israîlî Jonathan Korênîkos têkildarî mijarê axivî û got:
“Hê ev tunel nehatine bikaranîn.
Wê hemû bên girtin an jî rûxandin.”
Jonathan Korênîkos diyar kir ku wan dest bi operasyona Norzin Şîld+Mertala Bakur, ji bo têkibirina êrîşên sînorî yên bi riya tunelan, ragihandî ye.
Li gorî çavdêran, dibe ku ev operasyon rewşê aloztir bike û deriyê şerekî mîna ya 2006’an a navbera Israîl û Hizbullaha Lubnanî de veke.