Wê mizgeftên Silêmaniyê 2’ê Gulanê werin vekirin

Li Başûrê Kurdistanê ku heta asteke baş vîrûs hatiye kontrolkirin dema vekirina hemû mizgeftan hat diyarkirin.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Corona li Herêma Başûrê Kurdistanê demek dirêj e qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Ji bo wê jî hemû cihên giştî yên kombûnê û mizgef jî di nav de, hatine girtin.

Piştî ku vîrûs heta asteke baş hat kontrolkirin, li bajarê Silêmaniyê hêdî hêdî jiyan asayî dibe.

Lê bi hatina remezanê re tişta ku balê dikşîne ew e ku mizgeft vala ne.

Rêveberê Ewqaf yê parêzgeha Silêmaniyê Ferîdun Xerîb diyar kir ku wê 2’ê Gulanê de hemû mizgeftên bajar werin vekirin.

Heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 344 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 317 kes jî baş bûne.

Back to top button