Kongreya Star bi wesîleya sala nû peyamek nivîskî weşand û sala 2019’an li hemû gelan pîroz kir .
Kongreya Star di peyama xwe de wiha dibêje:
Em ê bi biryardarî û rexistinbûyîneke xurt hemû planên dagirkeriyê li ser axa xwe vala derxînin.
Kongreya Star bi boneya sala nû ya 2019’an peyamek nivîskî weşand û sala nû li hemû gelan û jinan pîroz kir.
Kongra star di peyama xwe de wiha got:
Ji bo tevgera azadiya jinê sala 2018’an ji pir aliyan ve bû sala têkoşînê.
Her wiha salek bi dijwarî, zor û zehmet derbas bû.
Têkoşîna azadiya jin di peşengtiya jina Kurd li Rojhilata Navin ronakbûn, hişyarbûn û bilindbûna Jinê derxist holê.
Jinê bi hêza xwe ya rêxistinbûnînê gihşt asteke gîrîng.
Jinan parastina cewherî wek qadekî herî girîng di xebatên avakirina civakî de derxist pêş û ev yek bi awayekî ber bi çav di berxwedana Efrînê de hat xuyakirin.
Kongra Star peyama xwe wiha domand:
Armanca me ji bo 2019’an em pêngava rexistinî û ya hişmendî ji bo avakirina netewa demokratîk pêşbixin.
Em ê bi avakirina û parastina pergala xwe ya civaka demokratîk bibin layiqê şehîdan.
Kongraya star peyama xwe wiha bi dawî kir:
Em bang li hemû jinan dikin ku xebatên rêxistinbûyîna jinan xurtir bikin û azadiya xwe bidest bixin.
Her wiha li dijî êrîşan û dagirkeriyê serî hildin û planên faşîzmê pûç bikin.