Eniya Piştgiriya Efrînê ya li Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.
Eniya piştgiriya Efrînê di serdana xwe de teqez kir ku ew ê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê konferansekê li dar bixe.
Eniya Piştgiriya Efrînê ya li Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.
Şande ji aliyê Hevserokê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Dr.Cewîdan Hesen û çend endamên din ên nûnertiyê ve hat pêşawazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin.
Şande ji 14 kesan pêk tê, di nav de mamostayên zanîngehê, rewşenbîr, nivîskar û parlamenter jî hene.
Ev enî di destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê, li Başûrê Kurdistanê hat avakirin.
Endamê Eniyê Cebar Mihemed têkildarî armancên eniyê ev agahî dan:
Wê ev enî tenê bi Silêmaniyê re sînordar nemîne.
Em ê gelek kar û xebatan bikin û çalakiyan li dar bixin.
Enî wê serdana konsolxaneya Emerîkayê bike û raporekê li ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê pêşkêş bike.
Cebar Mihemed eşkere kir ku di demekî nêz de wê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk konferansekê li dar bixin.
Endamê Eniyê Cebar Mihemed di dawiya axafitina xwe wiha bi dawî kir:
Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê pêk were, wê li ser beşên din yê kurdistanê jî bandorê bike.
Ji bo mijarên konferansê jî, em ê çend komîsyonan ava bikin, da ku serdana aliyên siyasî bikin.