Li derdoar bajarê Helebê di navbera komên çete ên dewleta Tirk de şer derket.
Di encamê de ji çeteyên El Nusra û Cebehet El Wetenî 26 kuştî hene.
Di vê navberê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nusra bajarokê Dart Ize yê rojavayî Helebê dagir kirin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye, ragihand li herêma Rojavayê Helebê di navbera komên çete de şer giran e..
Li gorî agahiyan;
Herî kêm 14 çeteyên El Nusra û 12 çeteyên El-Wetaniyê hatin kuştin..
Wekî din 10 çeteyên El Zinkî û Cebehet El Wetenî jî bi saxî hatin girtin..
Rêxistinê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bajarokê Dart Ize,
Her wiha gelek bendên kontrolê, cihên derdorê û rêyên çûyîna bajarok kontrol kirin.
Beriya çend rojan li herêma Tiladê çeteyên El-Zinkî 5 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam kuştin û ji ber wê şer gur bû.