Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ , ji bo meşa 19’ê Çileyê ya li bajarê Essen ê Elmanyayê jî banga tevlîbûnê li her kesî kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, ciwanên Kurd wê 19-20’ê Çileyê li her devera cîhanê dakevin qadan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bal kişand ser meşa 19’ê Çileyê ya li bajarê Essenê yê Elmanyayê û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan ên li herêmê kir.