BEŞAR EL-CEFERÎ:”ŞAM DIKARE BERSIVA ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ BIDE”

Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Ceferî teqez kir ku eger Konseya Ewlekariyê li hember binpêkirinên Îsraîlê rêbazan nestîne, wê Sûriye mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.

Di civîna Konseya Ewlekariyê de nûnerê Sûriyê Beşar El-Ceferî got ku dem hatiye ku Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina binpêkirinên Îsraîlê hin rêbazan bistîne.

El-Ceferî wiha got:

“Sûriye dikare mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne û dikare bersiva êrîşa li dijî balafirgeha Şamê bi êrîşekê li dijî balafirgeha Tel Abîbê bide.”

Tê zanîn ku her demekê wezareta Karê Derve ya Sûriyê peyamên şermezarkirinê ji Neteweyên Yekbûyî re dişîne.

Leave a Reply

Back to top button