Duh Meclisa Parastina Sivîl a Sûdanê ragihand ku jimara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane li welêt derket 121 kesî.
Berdevkê meclisa Parastina Sivîl a Neteweyî ya Sûdanê Ebdul Celîl Ebdul Rehîm di civînek çapemeniyê de diyar kir ku ziyanek mezin gihîşt erdên çandiniyê li welêt.
Ji alîyê xwe ve jî , Komîta Bilind ya Rewşa Awarte ya Sûdanê jî ragihand bandora lehiyê herî zêde li barêzgeha Xartûmê kiriye.
Wezîra Kar û Geşedana Civakî û seroka Lejneya Bilind a Rewşa Awarte ya Payizê, Lina El-Şêx diyar kir ku jimara kesên ku zirar ji lehiyê dîtine 770 hezar kesî derbaskiriye.