Gerînendeya Sotemeniyê ya navçeya Eyn Îsayê xebatên belavkirina mazotê li cotkarên navçeyê bi dawî kir.
Endamê rêveber ê Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê Mueyed El-Mûsa diyar kir ku rêveberiyê derdora 7 milyon û 23 hezar û 75 lître mazot li cotkaran belav kirin.
Mueyed El-Mûsa sedema deregmayîna belavkirina mazotê li êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê vegerand.
Endamê rêveber ê Gerînendeya Sotemeniyê destnîşan kir ku di demên bê de, wê sotmenî li cotkarên ku bi rêya motoran zeviyên xwe av didin, were belavkirin.