Brahîm Selac: Hikumeta Şamê rê li ber dagirkirina xaka Sûriyê vedike

Encamên rewşa niha, çi hilweşîna aborî, destwerdanên derve, parçekirin xaka Sûriyê û çi dagirkirina wê, hemû ji ber serhişkiya Hikumeta Şamê ne. Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk Brahîm Selac destnîşan kir ku hişmendiya Hikumeta Şamê wê bibe sedema dagirkirina parçeyên din ên Sûriyê. 

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk Brahîm Selac teqez kir ku hişmendiya Hikumeta Şamê wê bibe sedema dagirkirina parçeyên din ên Sûriyê.

Piştî şerê deh salan, hîna hikûmeta Şamê hemû teşeyên tevlîbûn û beşdariya diyalogê bi hêzên niştimanî yên Sûriyê re red dike.

Vê hişmendiyê, rê da destwerdanên derve û dagirkirina erdnîgariya Sûriyê.

Hikumeta Şamê li şûna ku diyalogê bike û xwestekên civaka Sûriyê yên azadî û sererastkirinanê bibersivîne, vebijêrka leşkerî ya çewisandina gel bi kar tîne.

MSD’ê her tim bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî hewl daye çareyekê bo aloziya Sûriyê bibîne û rê li pêş parçekirina xaka Sûriyê bigire.

Lê belê hikumeta Şamê di xeta xwe de bi-rijd e û di encamê de diyalog bi pêş neketin û negihiştin asta danûstandinan jî.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk Brahîm Selac rewşa heyî bi encamên rêbazê hikûmeta Şamê ya bikaranîn hêza leşkerî û tundiya li dijî gelê Sûriyê, ve girêda.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran ÇiyaKurd jî diyarkirbû ku hikumeta Şamê hîna hewl dide ku vegere wekî berê û serweriya xwe li her deverê vegerîne, lê tevahî hewldanên wê tu encam nedan, ji ber ku li gel wê ti projeyeke siyasî ji bo çareseriyê tune ye.

Hikûmeta Şamê bi serhişkiya xwe ya bi MSD’ê û aliyên opozîsyonê yên demokratîk li derveyî Sûriyê re, bandorek neyênî li civaka Sûriyê kir û temenê aloziyê dirêj kir.

Brahîm Selac teqez kir ku hikûmet bi siyaseta xwe rê li pêşiya destwerdanên derve, jihevxistina mûzaîka civakî û dagirkirina herêmê vedike.

Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û herêmên din ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî şahidiya vê siyaseta hikumetê dikin.

Back to top button