Li navçeya Sasonê ya Êlihê serdegirtinek ser malan de pêk hat û di encamê de jimarek kes hat binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk li gundê Kelhesna li navçeya Sasonê ya Êlihê bi ser malan de girt û di encamê de 5 kes binçav kirin.
Di nava van kesan de çalakvanê ekolojiyê Huseyîn Akil heye û hemû ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê re hatin veguhestin.