Mûşekên Îranê, nêzî 2 keştiyên Amerîkî yên li Oqyanosa Hindî, ketin.
Ajansa nûçeyan a Amrîkî Fox Newsê ragihand, ku gelek mûşekên Îranê yên dûr-avêj li nêzî keştiyek bazirganiyê ya li Oqyanosa Hindî, ketin.
Ajansê diyar kir ku ew keştî, 100 mîlî dûrî keştiya balafiran “Nimitz” (نيميتز) a Amerîkî, bû.
Li gorî belgekirina amûrên çavdêriyê yên Amerîkayê, ew mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin.