Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di 75’emîn salvegera damezirandina Komara Kurdistanê de, ji bo yekîtiya neteweyî bang li hemû aliyên siyasî û kesayetan kir û ragihand ku Komara Kurdistanê berê bingehîn ê çanda demokrasiyê bû.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê bi boneya 75’emîn salvegera damezirandina Komara Kurdistanê ya Mahabatê daxuyaniyek nivîskî da.
PJAK’ê diyar kir ku ev gava azadî û demokrasiyê ji bo netewa Kurd, bû bingeheke xurt.
PJAK’ê, Komara Kurdistanê weke berê bingehîn ê çanda demokrasiyê bi nav kir, ku ew ji dubendiyê jî dûr bû.
PJAK’ê got:
“Dikarin bibêjin ku li Komara Kurdistanê heta Xwerêveberiya Rojava çandek hate afirandin û bingehê rastiya me hate danîn.
Li hember her polîtîkayên tunekirina çand û fizîkiya gelê Kurd, Komara Mahabatê qad û çandeke têkoşînê di hundirê Kurdan de da avakirin.
PJAK’ê bal kişand ser xwedîderketina li girîngdayîna vê çanda berxwedanê û got:
“Divê hemû Kurd dersê ji Komara Mihabatê bigire.
Dibe ku li gorî dijmin temenê Komara Kurdistanê kurt be, lê tişta ku hate rûxandin, pêkhateyek û ne çandek bû.
Di pergala xwerêveberiyê û di pêkhateyek nû de ev yek hate dupatkirin ku temenê Komara Kurdistanê dirêj e.”
PJAK’ê di dawî de da xuyakirin ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo vejandina vê candê têbikoşin û bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd kir ku ji bo li darxistina kongreya netewî gavan bavêjin.