Têkoşîna şervanên QSD’ê ya ji bo rizgarkirina Êzidyan bi biryardariyeke xurt didome.
Herî dawî şervanan 7 Êzdiyên din rizgar kirin.
Nûçegihanê me ji Baxozê ragihand ku, şervanan bi operasyoneke taybet 2 jê zarok 7 Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin
Berdevka Pêngavê Lîlwa Ebdulah diyar kir ku, hîna çete hejmare jin û zarokên xwe li gel xwe girtine.
Ji lewre tê texmînkirin ku hîna jî Êzidî di nav wan de hebin.
Ji 1 Adarê ve, şervanan bêhtirî 50 Êzidî rizgar kirine û radestî aliyên wan ên peywendîdar kirine.
Ev Êzidî ji sala 2014’an ve derma fermana Şengalê de, hatiibûn revandin…