Li Efxanistanê “çekdarên Tevgera Talîban” êrîşî navenda saziyeke rakirina mayînan kirin û deh karmendên wê kuştin.
Wezareta Hindir a Efxanistan ragihand ku, çekdarên Tevgera Talîban şevê din li herêma Şêx Celal a Qezaya Begle ya Bakurê Efganistanê êrîşî saziyeke rakirina mayînan kirin û karmendên wê gulebaran kirin.
Di encama êrîşê de, 10 karmend hatin kuştin û zêdeyî 9’an birîndar bûn.
Di 3 mehên derbasbûyî de, li herêma Beglan şer di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Talîban de, zêde bibû.
Çekdaran li ser dirêjahiya riyên çûn û hatinê mayîn bi cih kirin, ev jî dibe sedema bûyerên kuştina sivîlan.