Tevî agirbestê li herêmên”qaşo bêçek”şer navbera rejîm û çeteyên dewleta Tirk de dewam e.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li eniyên Îcaz ên li bejahiya Idlibê di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şer bi çekên giran rû dide.
Duh êvarî û vê sibê, hêzên rejîmê êrîşî eniya El-Ketîbê ya li rojavayê Ebû Dehûr a li rojhilatê Idlibê, Kefersecna û başûrê wê û eniya Kebanê ya li bakurê bejahiya Laziqê kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku ji saetên sibê dron li herêmên”qaşo bêçek” digerin.
Li gorî Çavdêriyê, ji 30’yê Nîsanê ve û heta îroj, di encama şer û topbaranê de 4 hezar û 155 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Tê zanîn, ji 31’ê Tebaxê ve agirbest li herêmên”qaşo bêçek” ji aliyê Rûsyayê ve hatiye ragihandin, lê tevî vê jî hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê agirbestê binpê dikin û carcaran balafir li asmanê herêmê digerin û nuqteyên çeteyan dikine armanc.
Di destpêka meha Tebaxê de jî agirbest hat ragihandin, lê zêde dewam nekir.