Li Efganistanê 4 jin di malekê de kuştî hatin dîtin

li Efganistanê di demeke ku binpêkirinên li dijî jinan didomin, li Mezar Şerîf cenazeyên 4 jinên afganî hate dîtin.
Li gorî wezareta hundir, 2 kesên bi guman hatine girtin..

Berdevkê wezareta karên hundirîn Qarî Seyid Xostî daxuyakirin ku, piştî cenazeyê 4 jinan di hundirê malekê li herêma polîsan hate dîtin, 2 kesên bi guman hatin girtin..

Li gorî berdevkê wezaretê, kesên girtî di lêpirsîna destpêkê de gotine ku wan ji jinan xwestine ku werin wê malê.

Nasnameya jinên hatine kuştin nehat eşkerekirin, lê çavkaniyekî ji AFP re eşkere kiriye ku çalakvan û parazvaneke mafên jinan di nava jinên kuştî de ye û malbata wê red kiriye ku ji dezgehên çapemeniyê re biaxivin.

Her wiha li gorî raporeke BBC ku xwe dispêre çavkaniyên ji civaka sivîl, her 4 jinên kuştî hevalên hev in û dixwestin bi rêya balafirgeha Mezar Şerîf ji welat derkevin.

Derbarê dozê de lêpirsîn didome û doz rakirine dadgehê.

Back to top button