Human Raights Watch: Ji ber êrişên Tirkiyê, sivîlên Bakurê Sûrî di bin xeteriyê de ne

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiyê, jiyana sivîlên li Bakurê Sûrî di bin xeteriyê de ye û got;
Dewleta Tirk û komên wê, dema tevgerên xwe ên leşkerî bêserûber sivîl kuştin.
Rê li ber pêleke mezin a koçberiyê vekin.
Di vê neha dawî de ji ber êrişa balafiran zarok jî di nav de gelek sivîl hatin kuştin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûrî xebatek ku ji 12 pirsan pêk tê belav kir.

Piraniya pirs û bersivên rêxistinê derbarê armanc û êrişên artêşa Tirk û komên girêdayî wê ne.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan bi bîr dixe ku hemû tevgerên dagirkeriyê yên Tirkyê bi binpêkirinan tije ne û dibêje:

  • Dagirkirina Efrînê 2018

Sala 2018’an dema êrişa li dijî Efrînê bi dehan sivîl hatin kuştin.

Bi deh hezaran ji cih û warên xwe bûn.

Êşkence li welatiyan hate kirin.

Mal û milkê Efrîniyan hatin talankirin.

Cotmeha 2019’an artêşa Tirk û hêza binavê Artêşa Sûrî ya Niştimanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi tevgereke din a dagirkeriyê kirin.

  • Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî

Cih û warên sivîlan bêserûber hatin bombardimankirin.

Milkê welatiyan hatin dizîn.

Bi sedan şervanên Kurd, sivîl û xebatkarên tendirûstiyê li herêmên dagirkirî hatin kuştin.

63 welatiyên herêmê ji aliyê artêşa Tirk û komên wê ve hatin girtin û ew birin Tirkiyê.

Çekdarên girêdayî Tirkiyê rê nadin malbatên koçber bûne vegerin warên xwe.

Destdirêjiyeke tûnd li jinan hate kirin.

Zarok bi darê zorê biçek kirin.

Ava vexwarinê li ser bi sed hezaran kesî qut kirin.

Têkildarî rewşa girtiyên DAIŞ û malbatên wan jî Şopandina Mafê Mirovan vê hişyariyê dike:

  • Metirsiya zindîbûna DAIŞ’ê

Cotmeha sala 2019’an ji ber êrişa Tirkiyê beşek ji girtiyên DAIŞ reviyan.

Eger hat û êrişeke nû pêk were, wê rê li ber DAIŞ’iyan vebe da ku careke din birevin.

Li ser îdîayên Tirkiyê û serokê wê Erdogan ên avakirina “herêma ewle” jî Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan van belgeyan bi bîr dixe:

  • “Herêma ewle a Tirkiyê”

Ji sala 2019’an ve eşkere bû ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê mafê mirovan eşkere têne binpêkirin.

Ji kuştina mirovan bigrin heta revandin û wendakirina wan,

Ji talankirinê bigrin heta diziya mal û milkê welatiyan,

Her cûre tûndî li dijî xelkê herêmê hatin bikaranîn.

Lewma ne pêkane ku îdîayên Tirkiyê weke “herêma ewle” were binavkirin.

Back to top button