KCK’ê: Berpirsyarê komkujiyên li Dîlok û Dêrikê AKP-MHP ye

Bi rê û rêbazên cuda her roj hewl dide bi dehan Kurdan bikuje. Vê carê jî bi navê qezaya Trafîkê bi balhilgirê şîrketên Erdogan 36 kes ku piraniya wan kurdbûn kuşt.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxî ji malbatê qurbaniyan re xwest û got:”Ev rêbazeke polîtîkayên qirkirina kurdan e, divê kes weke qezaya ji rêzê nêznebe. parçeyek ji şerê li dijî Kurdan e. Berpirsê van komkujiyan jî Desthila Erdogan-Bahçelî ne.
Lewma divê mirov van qezayên trafîkê weke komkujiyekê bi plan bigre dest.”

Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan rêbazê kuştin, revandin, koçberkirin, girtin têr nekir vê carê bi kuştina bi balhilgirve, Kurdan dikuje.

Li Bakûrê Kurdistan li bajarê Dîlok û navçeya Dêrika çiyayê Mazî di bûyerên trafêkê de 36 kest piraniya wan jî kurdin jiyana we ji dest da lê ne xema desthilata Erdogan-Bahçelî bû.

Di van komkujiyan de jî hişmendiya wan a qirker, faşîst û dijminatiya kurdan derket holê.

Erdogan dewsa ku şîna netewî ragîhîne, ji hemû malbatên ku xizmên xwe di vê bûyerê de wendakiriye sersaxî bixwaze tenê bi rêka telefonê li malbat alîgirê xwe Unal Ekincî geriya sersaxî ji wan re xwest.

Serokê partiya MHP’ê dewleta bahçelî jî ku her carî dibêjin kurd û tirk birane tenê ji bo polîsekî ku di bûyera dêrikê de jiyana xwe ji dest daye daxuyanî da.

Hate ragihandin ku 15 deqe carî 3 balhilgirên şîrketa Cengîz a Erdogan ku xwezaya Dêrikê talan dike, dûyê hev frenê wan diteqe û pîlî milet dikin.

Derbarê van komkujiyan Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke da.

Ji malbatên qurbaniyên Dîlok û Dêrika Çiyayê Mazî re sersaxî xwest û got:

“Ev qezayên ku tê gotin ji ber xemsarî û bêkontrolê rû dane, di rastiyê de parçeyek ji şerê li dijî Kurdan e.

Lewma divê mirov van qezayên trafîkê weke komkujiyekê û hewldaneke bi zanebûn bibîne.”

KCK’ê: Komkujiyên Dîlok û Dêrikê rêbazeke şerê li dijî Kurdan e

KCK’ê bal kişande ser polîtîkayên AKP-MHP yên ji bo qirkirina gelê Kurd û got:

“AKP-MHP ji bo Kurdan tune bike, ji bo qirk bike, serî li her rê û rêbazê dide.

Her roj hewl dide bi dehan Kurdan bikuje.

Komkujiyên xwe yên li hemberî Kurdan ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, her wiha li Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û li her devera ku Kurd lê ne dike. ”

KCK’ê di komkujiya Derik û Dîlokê de balkişand planên talanxirin ku xirakirina xwezaya Kurdistanê bi destê şîrketa Cengîaz a Erdogan û got:

Desthilata faşîst, Kurdistan pêşkêşî komkujî û talana şîrketên desthilatdariya faşîst kiriye. Bi van şîrketa ve hem civaka kurd him jî xwezaya wî qirdike.

KCK’ê di dawî de bang li hemû kurdan kir ku li dijî polîtîkaya qirkirinê ya desthilata faşîst rabin.

Back to top button