Ukrayna…Li sînorê rojhilatê welat ê 1300 kîlometreyî şer didome

Li sînorê rojhilatê Ukrayna yê bi qasî 1300 kîlometreyan şer dewam dike. Di demekî ku ev şer gur bûye de, Unicef ragihand ku heta niha nêzî hezar zarok yan mirine yan jî birîndar bûne.

Ji bo roja serxwebûna Ukrayna ka 24’ê Tebaxê ye, 6 saet maye.

Lê li cihê keyfxweşî û pîrozbahiyan, li nava Kîevê metirsiyek zêde heye.

Rêveberiya Ukrayna ku nêzî 6 mehane bi Rûsya re di nava şer de ye, ji pêleke din a şerê dijwar ditirse.

Li sînorê rojhilatê welat şer bê navber didome.

1300 kîlometre dirêjahiya sînorê ji Xarkîv heta Odessa artêşên herdû welatan li pêşberî şer dikin.

Li bajarê Xarkovê ku li ser sînorê Rûsyayê ye, îro piştî saet 19:00 qedexeya derketina derve ya 36 saetan tê ragihandin.

Serfermandarê Ukraynayê Valeriy Zaluzhniy ragihand ku ji despêka şer heta niha nêzî 9 hezar leşkerên wan hatine kuştin.

Herî dawî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky meha Nîsanê diyar kiribû ku nêzîkî 3 hezar leşkerên wan hatine kuştin.

Li aliyekî din Amerîka jî ji rewşa welatiyên xwe yên li Ukrayna bi fikarin.

Konsolxaneya Amerîka ya li Kîevê ji welatiyên xwe xwest ku ji Ukrayna derkevin.

Ev yek fikarên ku Rûsya wê êrişeke dijwartir li ser welat pêk bîne bi xwere dide avakirin.

UNICEF: Ji ber şer nêzî 1000 zarok mirine yan birîndar bûn

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di şerê ku Rûsya li dijî Ukraynayê daye destpêkirin de nêzî 1000 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Ev tê wê wateyê ku rojane bêtirî 5 zarok tên kuştin an birîndarkirin.

Tirkiye 50 maşîneyên zirxî yên leşkerî da Ukrayna

Li aliyekî din, dewleta Tirk ya di şerê Ukrayna de, polîtîkayeke duruyane dimeşîne piştî peymanên xwe yên bi Rûsya re, niha hewil dide alîkariya Ukrayna bike.

Li gorî agahiyên di çapemeniya welat de derketî, Tirkiye 50 maşîneyên leşkerî yên zirxî ji bo Ukraynayê şandiye.

Ji despêka şer ve, Tirkiye dronên biçek jî ji bo Ukrayna şandibûn.

Lê welatên NATO û rojavayî dixwazin Tirkiye dest ji têkliyên xwe yên bi Rûsya re berde û weke endamekê hevpeymanê tev bigere.

Back to top button