”Rêber Apo ji bo gel çirûska çareseriyê ye”

Hevseroka TEV -DEM’ê Rûken Ehmed anî ziman ku gel Rêber Apo ji xwe re çirûska çareseriyê dibîne.
Her wiha diyar kir ku eger agahiyek ji rêber Apo neyê girtin wê gel nehêle desthilatdar bi rehetî li ser desthiladariya xwe bin û bijîn.

Hevseroka TEV- DEM’ê Rûken Ehmed tevli bernameya Rojeva Herêmê a televizyona me bû û derbarê tecrîdê de axivî.

Rûken Ehmed anî ziman ku bi girankirina tecrîdê dixwazin dengê Rêber Apo neghînin gelên li Rojhilata Navîn.

Rûken Ehmed diyar kir ku Rêber Apo, ne tenê ji bo gelê Kurd ew ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn çirûska çareseriyê ye.

”Wê gel nehêle desthilatdar bi rehet bijîn”

Hevseroka TEV -DEM’ê behsa helwesta gel a li hember tecrîda li dijî Rêber Apo jî kir û helwesta wan silav kir.

Rûken Ehmed da zanîn ku eger agahiyek ji rêber Apo neyê girtin wê gelê herêmê nehêlin ku desthiltdar li ser desthilatê bin û bijîn.

Rûken Ehmed: Divê gel têkoşîna xwe xurtir bike

Hevseroka TEV -DEM’ê Rûken Ehmed dawiyê de bang li gel kir ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir bikin.

Back to top button