Li Mûşê kesên nenas xwestin agir bi avahiya HDP’ê xin

Duh êrişî avahiya HDP’ê ya Mûşê hat kirin û kesên êrişkar xwestin ku avahiya partiyê bidin ber agir. 

Duh hat xwestin ku avahiya HDP’ê ya Mûşê bidin ber agir.

Rêxistina HDP’ê ya Mûşê têkildarî êrişê, îro li avahiyê daxuyanî da.

Hevserokê bajêr Savci Arslan daxuyanî da û anî ziman ku cihê ketina hundirê avahiyê, bi alên partiyê xemilandi bûn û ji aliyê kesên nediyar ve, ev al hatine şewitandin.

Arslan got: “Kesên ku ev yek kirin, piştî alên me dan ber agir ji deriyê avahiya me dûr ketine.

Agir bi xwe vemiriye. Bi vî awayî avahiya me ya bajêr, ji xeteriyekê rizgar bû.”

Arslan ragihand ku têkildarî êrîşê serî li Serdozgeriya Komara Mûşê dane û doz vekirine.

Back to top button