Dayika hunermend Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da

Filîz Aydin dayika hunermend Mîr Perwer yê ku di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de hatî qetilkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê ji ber wefata Filîz Aydin, peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîr Perwer di strana ku li ser hesreta xwe ya ji dayika xwe re nivîsandî de, digot ‘Dayê ez ditirsim ku te nebînim’.

Dayika ku ji ber êşa Mîr Perwer sewqê nexweşxaneyê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika ku berê niha ji ber qezaya trafîkê felc bûbû, piştî kurê wê hat qetilkirin, rakirin nexweşxaneyê.

Dayika ku li gel kurê xwe ji bo xwe jî gor da çêkirin, li nexweşxaneya ku lê derman dibû jiyana xwe ji dest da.

TJK-F di dawiyê de got: “Qêrîna dayika Mîr Perwer û ya hemû dayikên Kurd, emanetê jinên Kurd e.

Bila serê gelê Kurd û jinên Kurd, sax be.”

Back to top button