Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê têkildarî girtina navendên partî û rêxistinên siyasî yên li başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
TEV-DEM’ê girtina navandên Tevgera Azad û helwesta Yekîtiya niştîmanî Kurdistan YNK’ê şermezar kir û got:
“Ev yek xizmeta dijminên gelê Kurd dike û xeta Mam Celal temsîl nake.”
Navenda Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem’ê têkildarî girtina navendên partî û rêxistinên siyasî li başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Tev-Dem’ê girtina navendên Tevgera Azadî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar nakeve xizmeta gelê Kurd.
Tev-Dem’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
`Kurd di sedsala 21’ê de bûne aktorekî sereke.
Dewleta Tirk dixwaze şoreşa gelan a demokratîk asateng bike.”
Tev-Dem’ê diyar kir ku ev biryar parçebûnê dixe nava gelê Kurd.
“Dewleta Tirk hewl dide parçebûn û nakokiyan di navbera hêzên kurdî de derxe, da ku kurd ji projeya niştimanî û yekrêziyê dûr bikevin.”
Di berdewamiya daxuyaniya Tev-Dem’ê de wiha tê gotin:
Tevgera Azadî li gorî qanûnê kar û xebata xwe dike.
Girtina van navendan pêkanîna hêviyên gelê me yê Kurd di azadiyê û demokrasiyê de asteng dike.
Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
Ev biryar nêzîkatiyeke şaş e, dîrok û xeta Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û xeta nemir Mam Celal temsîl nake.
Em bang li hemû partî, hêzên siyasî yên kurdî dikin ku li dijî biryara ku hatiye dayîn helwesta xwe nîşan bidin.