Welatiyên Germiyan: Rêber Apo hemû gel anîn kêleka hev

Welatiyên Germiyana Başûr li dijî komploya navnetewî bertek nîşan dan û diyar kirin ku Rêber Apo hemû gel anîne kêleka hev. Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî li dijî tecrîdê banga hevgirtinê domandina çalakiyan kirin. 

Bertekên li dijî komplpya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Başûrê Kurdistanê jî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de rojnameger Selam Elî ji ROJNEWS’ê re axivî û komplo şermezar kir.

Selam Elî got: ”Komploya li dijî Rêber Apo hatiye kirin, heta niha berdewame.

Piştî 24 salan jî tecrîdek girankirî tê meşandin, da ku peyam û gotinên wî negihîn ji derve.

Ev jî komployekî li ser tevahiya gelê Kurd, çand, ziman û hebûna me ye.”

Selam Elî diyar kir ku divê li dijî tecrîdê gel xwedî li Rêberê xwe derkevin têkoşînê mezin bikin.

Çalakvanê Siyasî Mihemed Reşîd jî diyar kir ku Rêber Apo jiyana bi hev re ya gelan pêşxistiye û got:

“Rêber Apo hemû gel anîne kêleka hev.

Lewma divê tevahiya gelan bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî nerazîbûnek gelenperî çêbikin.”

Jinên Mexmûrê: Em ê li Rêber Apo xwedî derkevin

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî derbarê komployê de axivîn û komplo bi tundî şermezar kirin.

Jinan diyar kirin ku ku Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê tevahî mirovahiyê ye û gotin:

“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê hefsengiyekê bixe nava gelên cîhanê.

Lewra divê hemû kesên ku dibêjin em xwedî wijdanin, destê xwe bidin hev û li Rêbertî xwedî derkevin.”

Back to top button