Li Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbû

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rûdana erdehê didome.
Doh careke din navçeya Defneyê ya Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbû û bajarên derdorên jî ew hîs kirine.
Ji aliyeke din desthilata Faşîst a Erdogan û Bahçelî bi rewşa mirovî ya erdhejê ve dixwazin demografiya Semsûr, Meletî, Dîlok, Mereş û Hatayê bigûherîne.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û Serokê Partiya însan û azadî Ahmet Kaya bang li gel kir ku dev ji cih û warên xwe bernedin.

Hîna şêniyên bajarê Hatay bandora erdheja 20’ê Sibatê ku navendawî navçeya Defne ya Hatayê bû derbas nekir doh careke din navçeya Defneyê erdhej rû da.

Li gor rayedarên Tirkiyê erdhej doh di saet 18.53’yan de li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbûye.

Di daxuyandiyê de hat diyarkirin ku erdhej 9,76 kîlometre di biniya erdê de çêbûye û li Hatay û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.

Heman çavkaniyê diyarkir ku ji 6’ê sibatê heta niha li Bakurê Kurdistan 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne.

Bi giştî di bîlançoya erdhejê ya 18 rojan de li gor daxuyaniya dawî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha 43 hezar 556 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji niha ve ketine nav tevgerê dixwazin rewşa mirovî ya erdhejê ji bo gûhertina demografiya bajarên Semsûr, Meletî, Dîlok, Gurgum û Hatayê bikar bîne.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar: Dewlet dixwaze demografiya herêmê bigûherîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar balkişand li ser vê plana desthilata faşîst a Tirkiyê û got:

“Heke em pêşî li ber planên xêrnexwaz negirin, dibe ku hem çand û hem jî nifûsa bajaran bi tevahî biguhere.”

Sancar taybet jî bang kurdên li Semsûr, Mereş û Dîlokê kir ku cih û warên xwe bernedin.

Ahmet Kaya: Divê xelkê meyê Semsûr, Meletî, Dîlok û Mereş dev ji axa xwe berne din

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însanî û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya jî derbarê lîstikên guhertina demografîk a desthêlatê de axivî û got:

Piştî erdhejê dewletê rewşa awarte ragihand û bi vê polîtîkayê dixwazin deverên weke Semsûr, Dîlok, Mereş û Meletî ji taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî bêne xalîkirin.

Ji bo gelê me yê li wê derê li şûna xwe bimîne, divê em derfetên xwe seferber bikin.

Back to top button