Macerîstan endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO dixe dengdanê

Çavê Swêd û Fînlandiya li parlamentoya Macerîstanê ye.
Biryara ji parlamentoyê derkeve wê qedera endamtiya van welatan bo NATO diyar bike.
Partiya Serokwezîrê Macerîstanê Viktor Orban li ser mijarî dudilî ne.

Piştî demek dirêj ya endamtiya van welatan li parlamentoyê hate rawestandin, pêşnûme îro dikeve dengdanê.

Serokomara Macerîstanê Katalin Novak bang li parlamentoyê kir ku endamtiya herdu welatan di zûtirîn demê were pejirandin.

Novak diyar kir ku ew piştgiriyê didin beşdarbûna welatên Îskandînavyayê di îtîfaqê de û wiha got:

“Hinek difikirin ku ev rewşek teknîkî ye ku mirov li ser biryarê hêsan e, lê ne wisa ye.

Ji ber ku biryarek tevlihev e divê bi baldarî were nirxandin.

Ez bawer dikim ku di zûtirîn dem de Meclîs dê biryareke biaqilane bide.”

Haavisto: Şandeyek Macerîstanê serdana Fînlandiyayê dike

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto daxuyakirin ku Macarîstan plan dike ku di 9’ê Adarê de şandeyeke parlamenteran bişîne welat û li ser endamtiya welatê xwe ya li NATO’yê nîqaş bike.

Swêd û Fînlandiyayê ji bo ku tev li hevpeymaniya 30 endamî ya NATO bibin, pêwîstî bi erêkirina Tirkiye û Macarîstanê heye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi bîr xist ku hevdîtinên li ser pêşnûmeyên endamtiya NATOyê yên van welatan wê 9’ê Adarê ji nûve dest pê bikin.

Wezîrê Tirk îdia dike ku Swêd hîna jî li gorî daxwazên wan tevnagere.

Orban piştevaniyê dide endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO

Serokê Koma Yekîtiya Welatiyên Macarîstanê (Fidesz) Mate Kocsis 23’ê Sibatê ragihandibû ku partiya wî ji bo erêkirina endamtiya van welatan daxwaza şandeyeke bo serdana Swêd û Fînlandiya kiriye.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban jî 24’ê Sibatê de got;

Ew bi xwe piştgirîya endametiya Swêd û Fînlandiyayê li NATOyê dike.

Orban diyar kir ku ji ber fikarên beşek ji endamên pariya wî ev pêvajo dirêj dike.

Orban anî ziman ku ger ev welat dixwazin beşdarî NATO bibin, divê îdiayên bêbingeh yên li ser welatê wî tên kirin bê bidawîkirin.

Back to top button