Bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve ” yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê ′Roja Jinan a Cîhanê′ dest pê kir. Di çalakiyan de têketin û derketinên Reqa, naverasta Minbicê hatin xemilandin û semînerên danasîna vê rojê hatin dayîn.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi boneya 8′ê Adarê de gelek çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.
Li Hesekê, Kongra Star li navçeya Holê ya Hesekê li hola PYD’ê semînerek da û tê de şênî û endamên saziyên sivîl amade bûn.
Endama Kongra Star a Holê Hîbe Ehmed Hesen axivî û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diruşma “Jin, jiyan, azadî” weke diruşma bingehîn ji xwe re girtin.
Her wiha dê sala 2023′yan bibe sala têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya jinê.
Di vê çarçoveyê, de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê hemleya daliqandina pankartan li têketina bajêr bi boneya nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin.
Li ser pankartan bi zimanên Erebî, Kurdî, Ingilîzî û Suryanî diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” hatine nivîsandin.
Li Dêrazorê jî, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl semînerek li ser 8′ê Adarê da, tê de nûnerên ji meclisên sivîl, herêmî û leşkerî amade bûn.
Di semînerê de Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê Şehnaz El Hefel axivî û behsa girîngiya vê roja dîrokî ji bo tevahî jinên cîhanê kir.
Semîner bi pêşandana sînevîzyonekê li ser 8′ê Adarê û têkoşîna jinan bi dawî bû.
Li Minbicê jî, Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya ya Minbicê hemleya paqijkirin û xemilandina çerxerêyên li bajêr da destpêkirin.
Hemleyê ji Çerxerêya Karkerê Paqijiyê ya li naverasta bajêr bi peyatî heta Çerxerêya Jina Azad a li rojhilatê bajêr dest pê kir.