Rêjima Îranê du jinên ji Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve kir

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rêjîma Îranê darvekirina welatiyan didomîne.
Herî dawî 2 jinên ji Rojhilatê Kurdistanê hatin bi dar ve kirin.

Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, Rêjîma Îranê li bajrên Sine û Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jinên bi navê Soheyla Abidî (23) û Feranek Biheştî bi dar ve kirin.

Li gorî raporê, her du jin beriya çend salan bi hinceta kuştina bi qestî di zindanê de hatibûn girtin û duh jî rêjîma Îranê ew bi dar ve kirin.

Rêjîma Îranê di 6 mehan de 251 kes bi dar ve kirin

Li gorî rapora Rêxistina Efuyê a Navnetewî (Amnesty İnternational), rêjîma Îranê tenê di nava 6 mehên destpêkê yên vê salê de herî kêm 251 kes bidarve kirine.

Di sala 2021’an de jî Îranê 314 kes bi dar ve kirin.

Ev yek jî diyar dike ku bidarvekirina welatiyan her diçe zêde dibe.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Îranê di 6 mehan de 251 kes hatin bidarvekirin

Back to top button