Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan hedefgirtina her sê fermandarên YPJ’ê şermezar kir û got:”Em ê êrişên dewleta Tirk bi avakirin û parastina cewherî têk bibin. Berxwedana jinê temînata azadiya mayînde ye.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî berxwedan, parastina cewherî û xebatên avakirinê yên jinan nirxandin kir.
Besê Erzîncan di sexsê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan de soza xwe ya pêşxistin û berfirehkirina şoreşa jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dubare kir.
Besê Erzîncan: Jinên Kurd koka berxwedanê ne
Besê anî ziman ku dewleta Tirk dijminê sondxwarî yê gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê ye û got:
Yên ku li dijî dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bi qehremanî şer dikin jinên Kurd in.
Gerîlayên azadiya jin bingeha berxwedanê pêk tînin.
Jinên Kurd li ser esasê paradîgmaya azadiya Serok APO di têkoşîna azadiyê ya Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilat de roleke pêşeng dilîzin.
Endama Koordînasyona KJK’ê di dewama axaftina xwe de dibêje:
Ji ber vê sedemê li pişt êrîşa 23’ê Tîrmehê ya li dijî Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan hêrs û tolhildana mezin a zilamtiya serdest a li dijî jina azad, gelê me yê azad û gelan heye.
Di şexsê Jiyan, Roj û Barîn de ne tenê Şoreşa Rojava, Şoreşa jinê ya Rojhilata Navîn, yekîtî û hevparî tê armanckirin.
Tê zanîn ku şoreşa jinê ya Rojava bandoreke çawa li jinên Ereb bi taybet jinên Suryan, Ermen, Çerkez û Tirkmen û jinên li Îranê dijîn kiriye û ber bi azadiyê ve biriye.
Besê Erzîncan: Hêzên navneteweyî hevkarên êrişan e
Besê Erzîncan da zanîn ku di serî de DYA û bi taybet jî hêzên koalîsyona navneteweyî ji ber çavên xwe li dijî êrîşan girtine hevkarên êrîşane û wiha anî ziman.
Di dema vekirina qada hewayî ya DYA’yê ji Tirkiyê re, fermandara OSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan û 2 fermandarên YPJ’ê şehîd bûn.
Ev yek di heman demê de hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re di her warî de pir zelal nîşan dide.
Hemû cîhan vê yekê dizane, lê çavên xwe ji dewleta Tirk re digirin.
Besê Erzîncan: Dewleta Tirk dijminatiya jinan dike
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got:
Fermandar Jiyan Tolhildan di tevahiya jiyan û axaftinên xwe de li ser azadiya jinê û parastina cewherî ya jinê gelek nirxandin kirine.
Wek jinên Kurd; li ser esasê felsefeya Rêber Apo em ê bi zanabûneke mezin a azadî, vîn, bawerî, israr û îradeya xwe şoreşa jinê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bînin.
Em ê êrîşan bi avakirin û parastina cewherî têk bibin