Hikumeta Şamê êdî pîvazan jî bi hesab dide

Polîtîkayên hikumeta Şamê, pîvazên li ser sifreya xarina welatiyên jî kêm kiriye. Ji ber bihabûna pîvazan hikumeta Şamê ragihand ku di hefteyê de wê 2 kîlogram bide kesên xwedî “kartên temwînê”. Hemwextî vê li rojhilatê Idlibê alozî dewame. Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a li ser hêzên hikumeta Şamê de, leşkerek hate kuştin.

Li herêmên hikûmeta Şamê li ser sifriyên xelkê pîvaz jî bû hesret.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a hikumeta Şamê beriya 2 rojan ji bo kesên ku ‘Karta Temwînê’ li gel wan heye di heftiyekê de 1 kg pîvaz diyar kir.

Wezaretê îro biryarek din derxist û diyar kir ku di heftiyekê de 2 kîlogiram pîvaz wê bêne dayîn.

Li wan herêman kîloya pîvazan 15 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Êdî pîvaz jî mîn nan, sotemenî û gazê bi hêsanî nayê bidestxistin.

Hate diyarkirin ku tevî ku sala borî hilbirîna pîvazan kêm bû û têra herêmê nedikir, hikûemtê Şamê pîvaz firot dervî welêt.

Ji ber vê jî niha hikumet neçar ma ku pîvazan dîsa ji derve bikire û bi nirxekî biha bifiroşe.

Li rojhilatê Idlibê leşkerek hikumetê hate kuştin

Li herêma qaşo ‘Bêçek’ jî, şer û alozî dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku li xetên şer ên li Seraqib ya li rojhilatê Idlibê leşkerek hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyan ve bi sekvaniyê hate kuştin.

Çeteyên Fetih El-Mûbîn bi moşekan nuqetyên hêzên hikûmetê yên li gundewarê Idlibê topbaran kir.

Ji ber topbaranê tê gotin, di nava hêzên hikumetê de birîndar hene.

Li beyera Sûrî tevgera çeteyên DAIŞ’ê

Li herêmên Hikûmeta Şamê di werzê Zivistanî malbatên xizan li çolistanê li Kîvkaran digerin.

Li bazarên Şamê her yek Kîlogeram Kîvkar zêdetirî 175 hezar leyreyên sûrî tê firotin.

Tevî hebûna mayîn û çeteyên DAIŞ li çolistana Sûrî lê ev yek li pêş malbatên xizan nabin astengî û diçin û nanê rojê derdixin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku di vê mehê li çolistanê bi riya teqîna meyînan û çeteyên DAIŞ gelek kesên ku li kîvkaran digeriyan, hatin kuştin.

Li gorî çavdêriyê tenê di nav 5 rojan de, 20 kes ji wan jinek hatin kuştin û 36 kes jî birîndar bûn.

Li Derayê sûcên kuştina ji aliyên kesên nenas ve zêde dibin

Rewşa tevilhev ya li Derayê her diçe kur û kur dibe.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku kesên nenas li kampa Yadûde yê li gundewarê Derayê bazirganekî madeyên hişbir kuştin e.

Şavê din jî li bajarokê Tafis yê li Derayê kesên nenas bi bombeyek destan êrişî nuqeteyek hêzên hikûmetê kirin.

Back to top button